Nêçîrvan Barzanî: Gotûbêjên cidî di navbera YNK û PDKê de ji bo avakirina hikûmetê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rola kerta taybet di pêşketina veberhênanê û geşbûna ku Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û spasiya veberhêneran kir ji bo hevahengî û hevkariya wan a ligel hikûmetê di pêşxistina aboriya Herêmê de.

Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Nîsanê di dema beşdariya xwe ya li Lûtkeya Veberhênanê ya Ebû Dhabî de ji K24 re got: “Em daxwaza zêdetir pêşketin û geşbûnê û kişandina zêdetir veberhênanan li Herêma Kurdistanê dikin” û amaje bi hewlên Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda beşdar a di lûtkeyê de kir ku di pêşketina Herêma Kurdistanê de roleke mezin lîstine

Nêçîrvan Barzanî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li lûtkeya Ebû Dhabî han da ku kar ji bo hinardekirina berhemên xwecihî yên Herêmê bo derve, anîna veberhênanên biyanî bo Kurdistanê û ji wir jî bi giştî bo Iraqê bikin, da ku Kurdistan bibe dergehekî bazirganî ber bi Iraqê ve.

Herwiha got: “Ez bawer dikim ku sektora taybet dînamoya pêşveçûna her welatekî ye. Ji roja ku me Komîteya Veberhênanê damezrand, ez di baweriyê de bûm ku divê rê bi veberhênana sektora taybet bê dayîn.” 

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi sê xalên pêwîst di anîna veberhênanan bo welat kir û got; ya yekem, divê qanûn şefaf bin û rêkarên danûstandinên bazirganî hêsan bin. Herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêmê pêngavên baş di vî warî de avêtine, bi taybetî hevkarî û hevahengiya di navbera wezaretên Şaredarî û Çandiniyê de, ku pêşketineke berbiçav tê dîtin.

Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye jî, ragihand, gotûbêjên cidî di navbera YNK û PDKê de hene û ti aliyek naxwaze avakirina hikûmetê bi paş de bikeve.

Derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyên hinardekirina petrolê dike û pirsgirêk zêdetir teknîkî ye.

 

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment