Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarin û Tamên Herêmî dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarin û Tamên Herêmî dest pê kir, ji gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Rojavayê Tirkiyeyê kompanî ji bo danasîna xwarin û xurekên bajarê xwe di pêşangehê de beşdar in. Pêşangeha ku dê 9 rojan bidome di nava pêşangehên Tirkiyeyê de xwedî ciheke taybet e.

Pêşangeha Xwarin û Tamên Herêmî Ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê deriyên xwe vekir. Pêşangeha ku her sal di demsala payîzê de dihat li darxistin vê carê di biharê de dest pê kir. Di pêşangehê de ji 46 bajaran 105 kompanî beşdar in. Amadekarên pêşangehê balê dikêşin ji ber ku Mezopotamya di warê hilberîna xurekan de di cîhanê de navdar e û Diyarbekir jî di vî warî de navendek girîng a Mezopotamyayê ye dê ev pêşangeh ji alî ve sudbexş be.

Gerînendeyê Pêşangehên Anatolyayê Ozgur Can Çelîk ji K24ê re got: “Di nava Pêşangehên Tirkiyeyê de Diyarbekir xwedî ciheke cawaz e, ji ber ku ev pêşangeh a xwarin û xurekan e û hilberîna çandinî li Diyarbekir dest pê kiriye em li navenda vî karî ne. Ev pêşangeh li ser qadek 3 hezar metirçargoşe tê li darxistin. Emê heta dawiya pêşangehê 30 çalakiyên rengîn jî li dar bixin, ez bawer im dê pêşagehek gelek xweş û serkeftî be.”

Pêşangeha ku 5ê Nîsanê dest pê kirî dê heta 13ê Nîsanê bo welatiyan vekirî be, beşdarên pêşangehê dibêjin ew lig elek bajaran digerin û berhemên xwe didin nasîn lê Diyarbekir ji bo wan navendeke girîng û hêje ye. Di pêşangehê de hêmanên çandî jî xwe didin der.

Esma Karakaş: “Em nanê tîrê lê dixin, ev nan, nanê qerejdaxê ye, nanê bav û kala ye, nanê kurancî ye, kevneşopiyek e ku em didin mêhvanan.”

Emrah Çelîk: “Ez ji Colemêrgê hatime, em hatine hingiviyê Colemêrgê li Diyarbekirê bidin nasîn, em bi xwe çêdikin, hingiviyeke resen û xwezayî ye, bila Diyarbekirê li tama wê binihêrin.”

Pêşangeha Xwarin û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê di nava 80 pêşangehên fermî yên Tirkiye de rêza duyemîn de ye û ji ber ku dê 9 rojan bidome dê sûdê bide danasînê jî û sudê bide beşdaran jî.