Tê pêşbînîkirin rêya Dihok - Baedrê berî jivanê diyarkirî temam bibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Karkirin li ser her sê qonaxên pirojeya rêya dualî ya Dihok - Baedrê berdewam e û bi sedan karker û amûrên çêkirina rê û rêbaran tevlî wê bûne.
Welatiyekî Dihokê ji Peyamnêrê K24ê Bêwar Hilmî re got, “Rêya pêştir a Dihok - Baedrê gelek gteng bû, hemî timbêlan nedikarî bi kar bînin, lewma neçar dibûn ku rêyên dî bi kar anîban. Bi temambûna vê pirojeyê, rê dê bibe dualî û dê gelek berfireh bibe. Herwesa qerebalix û rûdanên trafîkê jî dê kêm bibin. Em bi bicihanîna vê pirojeyê gelek dilxweş in û em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”
Zêdetirî 135 milyar û 500 milyon dînaran ji bo pirojeya rêya dualî ya Dihok - Baedrê hatine xerckirin û biryar e di dema sê salan de temam bibe. Li Tîrmeha sala borî dest bi bicihanîna vê pirojeyê hat kirin. li dû wê pilana ku hatibû danan, diviyabû heta niha 20% ya wê pirojeyê hatiba temamkirin, lê ji ber ku kar gelek bi lez tên kirin, rêjeya bicihhatina karên vê pirojeyê gehiştiye 38%.
Serperişta wê pirojeyê Munîra Emîr ji Peyamnêrê K24ê re ragehand, “Pirojeya rêya dualî ya Dihok - Baedrê gelek baş û li dû standardên navdewletî yên rê û rêbaran tê bicihanîn. Armanc ew e ku ev piroje ji jivanê xwe yê diyarkirî zûtir temam bibe û bikeve ber xizmeta welatiyan.”
Dirêjahiya wê rêyê 26 kîlometr e û 7 overpas û enderpas tê de hene. Bi temambûna vê pirojeyê, hemî rêya serekî ya Hewlêr - Dihokê dibe dualî û qerebalixa trafîkê jî bi awayekî berçav kêm dibin.
Birêvebera Birêveberiya Rê û Piran a Dihokê jî ji K24ê re ragehand, “Qerebalixeka zêde li ser rêya pêştir a Dihok - Baedrê hebû, ji ber ku rêya serekî ya Hewlêr - Dihokê bû. Ev jî bûbû sedema rêdana hejmareke zêde ya rûdanên trafîkê. Me bizav kiriye bi çêkirina hejmareke oberpas û enderpasan û nehêlana rêyên hevbir qerebalix û metirsiya rûdanên trafîkê kêm bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Duşemê, 03.06.2025, berê binyatî ji bo rêya Dihok - Baedrê dana û di gotarekê de ragehand, “Bi temambûna vê pirojeyê, kertê veguhastin û hatin û çpnê dê pêşkeftineke baş tomar bike.”