DEM Partî pêvajoya aştiyê bi rayedarên Rûsyayê re gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke DEM Partiyê serdana Rûsyayê kiriye, dê derbarê pêvajoya Aştiyê li Tirkiyeyê û banga Ocelan a ji bo vê mijarê de, hevdîtinan pêk tîne.
DEM Partî ragihand, şanda wan ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Cîgirê Hevserokê Lijneya Rêveberiyên Herêmî Mehmet Ruştu Tîryakî, Berdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit pêk tê, li Rûsyayê hevdîtinên cuda pêk tînin.
DEM Partî tekez dike, şanda wan bi Komîteya Têkiliyên Derve ya DUMA, Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Polîtîkayên Herêmî ya Dumayê re cuda cuda li hev civiya. Di hevdîtinan de Banga Aşitî li Tirkiyê û hin mijarên din gotûbêj kirin.