Erdogan: Ez ê sibe bi şanda DEM Partiyê re bicivim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew ê sibê bi şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê re bicive.

Erdogan îro 9ê Nîsanê di civîna fraksiyona partiya xwe ya parlementoyê de got: “Mijarên me hene ku ji bo paşeroja welatê me pir girîng in, di nav de armanca ‘Tirkiyeya bêteror’. Weke Hevpeymaniya Cumhur, em ê pêvajoyê bi awayekî ku bi kêrî welatê me bê, bi baldarî bimeşînin.”

Erdogan ragihand, dê sibe bi Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtinê bike. 

Herwiha got: “Em ê li ser vejîn û avakirina welat û herêma xwe berdewam bin û bi birayên xwe yên Kurd, Ereb, Elewî û Sunî re em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina aştiyê li welatê xwe xurtir bikin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pêştir gotibû: Bêguman şanda me dê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ew yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigire. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin.”