Mesrûr Barzanî sersaxî li Berpirsê Liqê 26ê Gulanê yê PDKê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li Berpirsê Liqê 26ê Gulanê yê PDKê Kirmanc Îzet Silêman Beg Dergeleyî kir, ji bo koça dawî ya diya wî.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de gotin: “ Ji bo koça dawî ya diya we, ez sersaxiyê li malbata we diim û xemgîniya we bi we re parve dikim.”

Cîgirê Serokê PDKê di peyama xwe de got jî: “Xwedê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata we.”