Hevdîtina Erdogan û Şanda Îmraliyê û dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdîtina di navbera Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan de dest pê kir. 

Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê û Tayyîp Erdogan de dest pê kir. 

Hevdîtin ku di çarçoveya pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ye, li Kulliyeya Serokkomartiyê tê kirin.

Pêşhatên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a rêberê PKKê Abdullah Ocalan rû dane jî, yek mijarên sereke yên hevdîtinê ye. 

Endamên şandeyê, di daxuyaniya beriya hevdîtinê de anîn ziman, dê di hevdîtinê de her du alî nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin.