Berpirsê Efrînê yê hikûmeta nû ya Sûriyeyê serdana nivîsgeha ENKSê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê hikûmeta Sûriyeyê yê nû ji bo Efrînê serdana Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Efrînê kir û gotûbêj li ser vegerandina mal û mafên xelkê herêmê hate kirin.

Berpirê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen di daxuyaniyekê de ragihand, şandeke hikûmetê bi serokatiya Berpirsê Rêveberiya Herêma Efrînê Mesûd Mihemed Salih Betal roja 10ê Nîsanê serdana me kir.”

Ehmed Hesen Got jî: “Di hevdîtinê de, guftûgo li ser dabînkirina ewlehî û asayîşa xelkê Efrînê û vegerandina mafên xelkê herêmê û hin dosyeyên din hate kirin.”

Parêzgariya Helebê berî du rojan ragihandibû, Mesûd Mihemed Salih Betal weke Berpirsê Îdarî ji bo herêma Efrînê hatiye destnîşankirin.

Çavkaniyên agahdar îro Çarşemê ragihandin ku hikûmeta Sûriyê berpirsekî îdarî yê Kurd ji bo herêma Efrînê destnîşan kiriye.

Da zanîn jî, Mesûd Mihemed Salih Betal kurdekî bajarê Qamişlo ye û endamê komîteya danûstandinan a bi HSD re bû, ku ji aliyê Serokê Qonaxa Veguhês a Sûriyeyê Ehmed Şera ve hatibû erkdarkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment