Karwan Mirawdelî: 59 tîm li çemê Rezanê li Avesta Yûsif digerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Berevaniya Sivîl a Soranê ragihand, li ser rasperdeya Serok Barzanî, tîmên berevaniya sivîl û lêgerînê ji bo dîtina Avesta Yusif di ava Çemê Rezanê li devera Barzanê de hatine zêdekirin.

Avêsta Yûsif Berzencî ya 27 salî ku xelka Hewlêrê, roja 5ê Nîsana 2025an li navçeya Mêrgesûrê kete nav çemê Tengatûr û heta niha jî winda ye.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Soranê Karwan Mirawdelî  ji K24 re got: Tîm bi giranî li herêmê û li ser ava Rezanê ya li herêma Barzanê hatine belavkirin û li Avesta Yûsif digerin.

Mirawdelî got jî: “Li ser raspardeya Serok Barzanî 35 tîmên lêgerînê ji Bêxmê heta Xebatê li Rêveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê hatine zêdekirin.

Herwiha got, rojane 24 tîm li Avestayê digerin, tîmên berevaniya sivîl û tîmên avjeniyê yên Zaxoyê hatine herêmê, da ku alîkariya tîmên parastina sivîl ên Soranê bikin.

Diyar kir jî: “Em dixwazin pêvajoyê bilezînin, lê rewşa keşûhewayê alîkariya me nake. Di nav avê de gelek herî heye. Em bi firoke û bi qeyikan li Avesta digerin. Ewlekariya karmendan di pêvajoya lêgerînê de ji bo me girîng e. Xelkê deverê jî alîkariya me dike.”

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Soranê got: “Me raspardeya Serok Barzaniyê wergirt û tîm zêde kirin, îro 59 tîm dixebitin, 200 karmendên berevaniya sivîl û melevan beşdarî pêvajoyê dibin ku girêdayî rêveberiyên berevaniya sivîl ên Hewlêr, Soran û Zaxoyê ne.”