Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebûlxeyt danûstandinan li ser pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê dikin

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebûlxeyt
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebûlxeyt

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Sikirtêrê Giştî yê Komkara Erebî di çarçoveya Korbenda Diplomasî ya Antalyayê de parastina seqamgiriyê û bihêzkirina diyalogê ji bo çarekirina arêşeyan giring dibînin.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Şemî, 12.04.2025) di çarçoveya karnameya xwe de li Korbenda Diplomasî ya Antalyayê bi Sikirtêrê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxeyt re civiya.

Di wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Komkara Erebî re hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên Hewlêr - Bexdayê, pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê, giringiya parastina seqamgiriyê û bihêzkirina diyalogê ji bo çarekirina arêşeyan li hev guhertin.

Nêçîrvan Barzanî pesna bizavên Komkara Welatên Erebî ji bo parastina aştî û seqamgiriyê li deverê kir, herwesa rolê Ebûlxeyt û Komkarê di lihevnêzîkkirina nerînên welatên endam de bi awayekî erênî helsengand.

Sikirtêrê Giştî yê Komkara Erebî jî ji aliyê xwe ve pêşveçûn û rolê Herêma Kurdistanê di parastina tenahî û seqamgiriyê de li Îraq û deverê giring wesifand.

 

 
Fly Erbil Advertisment