Seferên geştiyariyê yên Diyarbekir-Enqereyê dest pê kirin
Diyarbekir (K24) – Seferên Geştiyariyê yên Diyarbekirê yên bi navê Diyarbekirê dest pê kirin. Destpêka seferan jî bi rêrismeke beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê hat pîrozkirin. Tren wê di navbera Diyarbekirêê û Enqereyê de 2 hefteyan carekê seferê bike, Parêzgarê Diyarbekirê da zanîn ku dê ev geşt sudeke mezin bide geştiyariya Diyarbekirê.
Seferên trênê yên bo geştiyariyê di navbera Diyarbekirê û Enqereyê de dest pê kirin ku ev sefer wek Diyarbekirê Expres tê binavkirin. Sefera yekem roja înê di 11ê Nîsanê de ji Enqereyê dest pê kir û tren roja şemiyê 12ê Nîsanê gihîşt Diyarbekirê.
Trên ji aliyê Parêzgarê Diyarbekirê û nûnerên saziyên sivîl ve bi çîçekan hat pêşwazîkirin û di rêrisma pêşwazîkirinê de govend jî hat gerandin.
Di rêrisma pêşwaziyê de Parêzgarê Diyarbekirê Murat Zorluoglû amaje kir, Diyarbekir xwediyê bircên ku dirêjahiya wan 5800 metre ye ku di cîhanê de piştî surhên çînê rêza duyem de ye ku wek muzaexaneyek servekiriye û emê di bajarek wisa de mazuvaniya geştiyaran bikin.
Geştên navbera Enqere û Diyarbekirê de dê 2 hefteyan carekê were li darxistin û wê rojên înê ji Enqere derbikeve û şemiyê li Diyarbekirê be, dê rojên yekşemê jî ji Diyarbekirê derbikeve û duşemê li Enqereyê be.
Tren dema ji Enqereyê were dê li Meletî 3 demjimêran bêhnvedanê bike û dê rêwî bikaribin vê navberê de şunwarên dîrokî yên Meletiyê jî bibînin. Trên de ji Diyarbekirê biçe jî dê li Yolçatiya Elezîzê 4 demjimêran bêhnvedanê bike.