Serok Barzanî pîrozbahiyê li Nûrî Malikî û Humam Hemûdî dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta hilbijartina Nûrî Malikî wekî Sikirtêrê Giştî yê Partiya Dewaya Îslamî û hilbijartina Humam Hemûdî wekî Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Îraqê, Serok Barzanî bi rêya nameyan peyamên pîrozkirinê araste dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 13.04.2025) bi rêya nameyekê pîrozbahî li Nûrî Malikî kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Sikirtêrê Giştî yê Partiya Dewaya Îslamî di kongireya 19ê ya wê partiyê de.

Serok Barzanî her îro bi rêya nameyeke din pîrozbahî li Humam Hemûdî jî kir, bi helkefta dubare hilbijartina wî wekî Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Îraqê di gera 14ê ya wê partiyê de.