Axios: Witkoff û Êraqçî 45 deqîqeyan rû bi rû danûstandin kirine
Gera duyê ya danûstandinên Îran û Amerîkayê Şemiya bê li Romayê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Witkoff û Êraqçî li Mesqetê rasterast danûstandin kirine, herwesa biryar e gera duyê ya danûstandinên şandên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê û Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê li destpêka heftiya bê li Romaya Îtalyayê bi rê ve biçe, û bernameya atomî ya Îranê dê xala serekî ya danûstandinan be.
Ajansa Axiosê ya Amerîkayî ji zarê du çavkaniyên nêzîk û haydar ji danûstandinan eşkere kiriye ku, biryar e li roja Şemiyê, 19ê vê mehê, gera duyê ya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê li ser bingeha atomî li Romayê bi rê ve biçe.
Her li dû zanyarên wê ajansa Amerîkayî, di gera yekê ya danûstandinan de ku li roja Şemiyê, 12ê vê mehê, li selteneta Umanê bi rê ve çû, birêveberiya Trump armanca xwe hingaft û karî awayê danûstandinan ji nerasterast bo rasterast biguhere.
Li dû gotinên wan her du çavkaniyên ku ji Axiosê re axiftine, berevajî daxuyanî û helwestên berê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî li Mesqetê ji bo dema 45 deqîqeyan bi Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff re rasterast û rû bi rû danûstandin kirine.
Çavkaniyên jêgotî amaje jî daye, “Ew danûstandinên rasterast di navbera şandên bilind ên Amerîka û Îranê de di heşt salên borî de wekî bilindtirîn astê peywendiyên diplomatî yên navbera Tehran û Waşintonê tên hesibandin, ev jî faktereke bibandor e ji bo ku danûstandinên wan rêyeke cidî û erênî werbigirin.”
Herwesa Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff li roja Yekşemê, 13.04.2025, naveroka danûstandinên xwe û şanda Îranê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re behs kir.
Her li dû zanyarên Akxiosê, guhertina cihê danûstandinan ji Umanê bo Îtalyayê li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump bûye. Bi gotina çend çavkaniyên din jî, tê çaverêkirin ku gera duyê ya danûstandinan li Romayê bi awayê rasterast û rû bi rû bi rê ve biçe.