Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Îtalyayê li Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê dike, daxwaza serkeftinê jê re dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê pîroz kir, daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir û herwesa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî jê re diyar kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de tekez kir.”
Bizav û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Îraq û deverê jî mijarên pareke din a danûstandinan bûn.