Civata Nûnerên Îraqê îro deng li ser parêzgehbûna Helebceyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê îro (Duşem, 14.04.2025) li ser çend teweran dicive, tewerê yekê jî dengdana li ser parêzgehbûna Helebceyê ye.

Li dû wê karnameya ku Fermangeha Medya û Zanyaran a Civata Nûnerên Îraqê par kiriye, civîna îro ya Civata Nûnerên Îraqê şeş teweran vedigire û tewerê yekê jî dengdana li ser qanûna parêzhebûna Helebceyê ye.

Ev di demekê de ye ku, civîna dî li meha Adara borî ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî hat paşxistin.

Pêştir Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila jî ragehandibû, “Nabe çi piroje û qanûneke din bi pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê re bê girêdan.”

Şaxewan Ebdila herwesa gotibû, “Çi civîneke din a Civata Nûnerên Îraqê nayê kirin, eger Helebce di benda yekê bernameya karî de nebe.”

Endama Civata Nşnerên Îraqê Çiro Şerîf her li ser wê civînê ji K24ê re ragehand, “Serkirdetiyên PDK û YNKê her duyan lihevkirinên siyasî bi aliyên Şîe û Suneyan re kirine ku di civîna îro de deng bi pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê bidin, wan aliyan jî soz daye.”

Çiro Şerîf herwesa got, “Pêştir Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila di çarçoveya bizavan de rolekî giring û çalak hebû.”

Xwandina yekê ji bo pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê li roja 02ê Nîsana 2023ê li Civata Nûnerên Îraqê û xwandina duyê jî li roja 04ê Gulana 2023ê hatibû kirin.

Parêzgeha Helebceyê ji qezaya navendî ya Helebceyê û komelgehên Xurmal, Biyare, Sîrwan û Bemoyê pêk hatiye û bi dirêjahiya 18 kîlometran her du deriyên Şoşimê - Tewêleyê û Pişteyê bi Rojhilatê Kurdistanê re hevsinor e.

 
Fly Erbil Advertisment