Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Hemîd Xwastî Îsmaîl dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya kesayetiya niştimanperwer, xebatkar û Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir Hemîd Xwastî Îsmaîl, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê di peyama xwe de got: “Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiya niştimanperwer, xebatkar û Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê, endamê Dezgeha Îlon û Gulanê li Zaxoyê û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir Hemîd Xwastî Îsmaîl gihîşt me.”

Serok Barzanî got: “Li vê pirsa xemgîn, serxweşiya xwe arasteyî malbat, kesûkar, heval û dostên Hemîd Xwastî Îsmaîl dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanin.”

Serok Barzanî got jî: “Ez dixwazê ji Xwedêyê mezin dikim ku giyanê Xwedêjêrazî Hemîd Xwastî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”