Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Hemîd Xwastî Îsmaîl dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir Hemîd Xwastî Îsmaîl, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 14ê Nîsanê di peyamekê de ragihand, “Ji bo wexera dûmahiyê ya Pêşmergeyê dêrîn û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Hemîd Xwastî Îsmaîl, behî û serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim û hevpişkê xema wan im”
Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”