Hejmarek proje li parêzgeha Dihokê tên cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek projeyên têkildarî nûjenkirin û çêkirina rêyan, dibistanan, cihên geştiyarî û perwerdehiyê li parêzgeha Dihokê ketine warê cibicîkirinê.

Parêzgeha Dihokê îro 15ê Nîsanê ragihand, li hemû navçeyên parêzgeha Dihokê bi bihayê 16 milyar û 28 milyon dînar hejmarek projeyên xizmetguzariyê hatine cibicîkirin.

Diyar kir jî, proje di warên çêkirina rêyan, nûjenkirin û avakirina dibistanan, salonên werzîşê, sektorên geştiyarî, perwerde, werziş, av û kanalîzasyonê de ne.

Parêzgeha Dihokê got jî, ev proje li navçeyên Amedî, Şêxan û Sêmêlê hatine cibicîkirin.