Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike, ku bû qehremana Cama Kendavî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê arasteyî Yaneya Dihokê kir.
Mesrûr Barzanî di wê peyamê de pîrozbahî li yarîzanên Yaneya Dihokê, xelkê Dihokê û Kurdistanê bi giştî dike, bi helkefta bidestxistina Cama Kendavî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza serkeftinê ji bo tevaya yaneyên werzişî yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemiyan e.”
پیرۆزباهیەکا گەرم ل تەڤ یاریزانێن دهۆکێ، خەلکی باژێرێ دهۆکێ و کوردستانێ ب گشتی دکەم بۆ ب دەستڤەئینانا جاما خولا قارەمانێن کەنداڤی. ئەڤ سەرکەفتنا مەزن جهێ شانازیا مە هەمیانە. هیڤیا سەرکەفتنێ بۆ گشت یانەیێن وەرزشیێن هەرێما کوردستانێ دخوازم.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 15, 2025
Yaneya Dihokê ya Werzişî îro (Sêşem, 15.04.2025) di qehremaniya Cama Kendavî de rûbirûyî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bû, yarî jî bi encamê du golan li beranberî golekê di berjewendiya Yaneya de bidawî hat.
Golên Dihokê li deqîqeyên 66 û 93ê ji aliyê Siyabend Egîd û Marlon Dos Sanstos ve hatin tomarkirin, yekane gola Yaneya Qadisiyeyê jî li deqîqeya 70 ji aliyê MihemedSole ve hat tomarkirin.
Ev jî cara yekê ye di dîrokê de ku yaneyeke Kurdî dibe qehremana Cama Kendavî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li nav Yarîgeha Dihokê amade ye û tevlî pêşkêşkirina xelatan bi yarîzanên her du yaneyan dibe.
Yaneya Dihokê di vî werzî de ji şeş yariyên qonaxa komên Cama Kendavî du caran bi ser keft û du caran jî wekhev bû û di yariyekê de jî şkest, bi komkirina 9 xalan jî, wekî duyema koma yekê gehişt qonaxa duyê.
Qehremaniya Cama Kendavî ji bo cara yekê li sala 1982ê hat despêkirin û ji wê demê ve çi yaneyeke Îraqî û Kurdî tevlî wê qehremaniyê nebû, heta îsal ji bo cara yekê Yaneya Dihokê tevlî wê bû û karî bigehe yariya dawiyê û serkeftinê tomar bike.