Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê malbatên qurbaniyên Helebceyê qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, Helebce demek dirêj e parêzgeh e û Parlamentoya Kurdistanê demek dirêj e biryar daye ku bibe parêzgeh.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê ji rojnamevanan re ragihand, di demek nêzîk de kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê were avakirin. Em beşek ji guhertinên ku li navçeyên diqewimin in.”
Destnîşan kir jî, “Hikûmeteke bihêz û bibandor li Herêma Kurdistanê dikare bandorê li ser hemû bûyerên li navçeyê bike.”
Derbarê Helebceyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, Helebce demek dirêj e parêzgeh e û parlementoya Kurdistanê demek dirêj e biryar daye ku bibe parêzgeh.
Herwiha got, tiştê ku li Parlamentoya Iraqê qewimîye tenê naskirina parêzgariya Helebceyê ye, ku ev jî ne minetek e. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku malbatên qurbaniyên Helebceyê qerebû bike.”