Li Diyarbekirê Hefteya Geştiyariyê dest pê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê hefteya geştiyariyê dest pê kir û di vê çarçoveyê de armanc ew e ku danasîna bajêr were kirin û beriya ku havîn dest pê bike bala geştiyaran were kêşan. Di serdema nû ya geştiyariyê de yek ji navendên ku dê sûdek mezin bide Diyarbekirê Keleha Zêrzevanê ye ku ji sala bê pê de dê salane 1 milyon geştiyar serdana Zêrzevanê bikin.
Li Diyarbekirê bi rêrismeke beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê Mûrat Zorlûoglû û nunerên saziyên sivîl 49. Hefteya Geştiyariyê dest pê kir. Di rêrismê de hat amajekirin ku Diyarbekir di hemu beşên geştiyariyê de xwedî teybetmendiyên dewlemend e û ev dewlemendî diakrin sudek mezin bidin Diyarbekir. Rayedarên qada geştiyariyê jî bal kêşandin ku Diyarbekir navendek girîng a geştiyariyê ye û bi danasîna çand û dîroka Diyarbekir dê her sal hijmara geştiyaran zêdetir bibe.
Gernîndeyê Çand û Geştiyariya Diyarbekirê Sabahattîn Genç ji K24ê re got: “Hefteya geştiyariyê dê heta 22yê heyvê bidomê û emê çalakiyên rengîn vê çarçoveyê de li dar bixin, Diyarbekir bajarek qedîm e, 12 hezar û 500 sal dîroka wê heye û 33 şaristaniyan lê hikum kirine, em dixwazin ji her alî geştiyar werin Diyarbekirê bibînin û vê tarîxê bibînin.”
Yek ji şunwarên dîrokî ku di salên dawîn de di cîhanê de deng veda ye Keleha Zêrzevanê û tê de Perestgeha Mîtras e û tê pêşbînîkirin ku sudek mezin bide geştiyariya Diyarbekir û bi vê yekê ve girêdayî jî bibe wesîleya danasîna Diyarbekirê.
Serokê Kolînên Keleha Zêrzevanê Aytaç Coşkûn dibêje: “Salane 400 hezar geştiyar serdana Keleha Zêrzevanê dikin, em pêşbînî dikin ku ji sala bê pê de hijmara geştiyarên ku serdana Zêrzevanê dikin salan bibe 1 milyon. Eleqeyeke gelek mezin bo zêrzevanê heye, heta niha 4 rpman derbarê kelehê de hatine nivîsîn dokümanter lê hatine kêşan, bo kêşana fîlman jî serîlêdan hene û piştî destur ji Wezareta Çand û Geştiyariyê were standin dê fîlm jî lê werin kêşan.”
Hefteya Geştiyariyê rastî germbûna hewayê jî hat û nûnerên qada geştiyariyê dibêjin, ew hêvî dikin ku ev yek bibe wesîle hijmara geştiyarên serdana Diyarbekirê dikin jî 2 qatan zêdetir bibin.