Diyarbekir.. daxwaz tê kirin rê li zêdebûna tundûtîjiya li beranberî karmendên tendirustiyê bê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pizişk û karmendên tendirustiyê li Diyarbekirê dibêjin ku, rûdanên tundûtîjiyê li kertê tendirustiyê di zêdebûnê de ne, û bazirganiya tendirustiyê jî wekî sedema serekî dibînin.
Serokê Odeya Pizişkên Diyarbekirê Veysi Ulgen îro (În, 18.04.2025) ji K24ê re got, “Divê berî her tiştekî nêrîn li beranberî kertê tendirustiyê bên guhertin û siyasetên tendirustiyê jî bên guhertin.”
Veysi Ulgen herwesa got, “Kertê tendirustiyê jî nabe bibe kertê bazirganiyê. Divê hemî alî bi awayekî wekhev xizmetkariyên tendirustiyê werbigirin û xizmetkarî jî bi zimanê dayikê bên pêşkêşkirin.”
Elîf Turan ku yek ji pizişkan e ji K24ê re re ragehand, “Tundûtîjî di nav civakê de bidawî nayê, di vî kertî de jî her bi wî awayî. Dema me dest bi zanîngehê kir, mamostayên me digot ku eger ewlehiya tendirustiyê nebe, hûn nikarin xizmeteke baş pêşkêşî nexweşan bikin.”
Wê pizişkê herwesa got, “Divê Wezareta Tendirustiyê peywendiyê bi wan rêkxistinên tendirustiyê bike yên ku çalak û bibandor in û guhdariya pêşniyarên wan bike.”
Pizişk û karmendên tendirustiyê tekezê li ser wê yekê dikin ku, giring e bikarin di jîngeheke bisilamet de karên xwe bikin. Dema pizişk hest pê dikin ku li bin gefên êrîşan in, nikarin xizmetkarî û çareseriyên pêdivî ji bo nexweşan dabîn bikin.