Roja Bexşînê ya Kurdên Kakaî li Helebceyê hat pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dehan endamên baweriya Kakeyî li bajarê Helebceyê ji bo pîrozkirina “Roja Bexşînê” li hev civiyan ku yek ji girîngtirîn boneyên olî û civakî yên peyrewên vê olê ye ku bi navê “Yarsan” an jî “Ehlî Heq” tê naskirin.
Her sal di meha Nîsanê de “Roja Bexşînê” tê pîrozkirin. Tê de giyanê hevgirtin û peywendiyê tê nîşandan û stranên olî li ber awazên tenbûrê, ku sembola manewî ya bingehîn a baweriya Kakaî ye, tên vegotin.
Ev roj, salane di werzê Buharê de tê pîrozkirin û tê de kesên hejar mast û berhemên din ên sipî didin hejarên din, wek diyariyekê bi dilekî sipî.