Li nava Sûra Diyarbekirê Meşa Geştyariyê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li di nava navçeya dîrokî Sûrê de bi boneya hefteya geştiyariyê, meşeke rengîn hat li darxistin. Meşa ku bo danasîn û balkêşana giringiya geştiyariya Diyarbekir hatî li darxistin de rayedarên Diyarbekirê qada geştiyariyê amaje kirin ku eger Diyarbekir bi hevahengiya hemu saziyan bikaribe sudê ji geştiyariyê werbigre ev yek dê geşepêdanek mezin bi xwe re bîne.

Li Diyarbekirê di çarçoveya 49. Hefteya  Geştiyariyê de ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir, Gerînendehiya Çand û Geştiyariyê ya Diyarbekir û Zankoya Dîcleyê ve çalakiyek rengîn hat li darxistin. Rayedarên qada geştiyariyê bi beşdariya xwendekarên beşa geştiyariyê ji Deriyê Mêrdînê bi dahol û zirneyê dest bi meşe kirin. Beşdarên meşa bi dîmenên rengîn li nava Sûrê meşiyan û rayedaran amaje kirin ku ev meş di heman demê de bangewaziyek bo geştiyaran e ku werin Diyarbekirê geştê bikin.

Gerînendeyê Çand û Geştiyariya Diyarbekirê Sebahattîn Genç ji K24ê re got: “Meşa me gelek xweş derbas dibe, em li gel nivîskar û xwendekarên xwe ji vê derê bang li cîhanê dikin ku werin Diyarbekirê bibînin. Bila ji bo Diyarbekir bi xêr û xweşî be.”

Meşa rengîn ji aliyê geştiyarên nav Sûrê ve jî bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin û akademisyenên bşedarî meşe bûyîn jî anîn zimên ku îsal rewşek guncav bo geştiyariya Diyarbekir derketiye holê ku ew ji geştiyariya îsal a Diyarbekirê gelek bi hêvî ne û dê bo danasîna Diyarbekir û balkêşana geştiyaran çalakiyên wan ên cawaz jî berdewam bin.

Akademîsyenê Beşa Geştiyariyê yê Zankoya Dîcle Ender Ozbek dibêje: “Di sala 2025ê de bo geştiyariya Diyarbekir hêviyek mezin heye. Em jî wek Zankoya Dîcle bi parêzgehî û gerînendehiya çand û geştiyariyê re xebatên hevbeş dikin da ku bêhtir geştiyaran bikêşin. Diyarbekir êdî hêdî hêdî di nava bajarên di warê geştiyariyê de di cîhanê de deng vedane de cihê xwe digire.”

Meşa ji Deriyê Mêrdînê dest pê kirî li Qada Şêx Seîd bi dawî bû û rayedarên qada geştiyariya Diyarbekir dibêjin ew ji geştiyariya îsal a Diyarbekirê gelek bi hêvî ne.