Bi amadebûna Serok Barzanî Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û berpirsên bilind û serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û cîhanê, Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê bi rê ve diçe.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Îro (Duşem, 21.04.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Di pêşengiyeke bêhempa de û bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û berpirsên bilind û serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatên cîhanê û nûnerên hikûmetan li Amerîka û Ewropa û Rojhilata Navîn, li jêr dirûşmê “Ber bi yekbûnê di baweriyê de”, li rojên 23-25ê yên Nîsana îsal, ji bo cara yekê li Herêma Kurdistanê û li Hewlêra paytext, Roja Nimêja Niştîmanî bi rê ve diçe.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Mêvan di kombûneke birayane ya hevpar de û di rewşeke ruhanî ya pirî lava û paran ji bo Xudayê mezin de, li Hewlêra paytext ji bo pêkevjiyana aştiyane û azadiya olî dicivin û lavayan ji bo Herêma Kurdistanê dikin, ku penageheke aram e ji bo tevaya pêkhateyên olî û neteweyî û nimûneyeke geş a pêkvejiyana aştiyane ye li cîhanê.”