ENKS daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike li biryara bilindkirina nirxê mazotê vegere

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike li biryara bilindkirina nirxê mazotê vegere û dibêje: “Bilindkirina nirxê mazotê xelekek ji zincîreke siyasetên şaş e.”

Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser bê biriyareke fermî duh nirxê mazotê ji 4 hezar lîre kir 6200 lîreyên Sûrî, ku ev yekê jî nerazîbûn di nava xelkê de çêkiriye.

ENKSê îro 21ê Nîsanê derbarê bilindkirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve daxwiyaniyek belav kir û tê de dibêje, bilindkirina nirxê sotemeniyê bandorê li jiyana xelkê dike û dê rewşa xelkê zehmetir bike.

ENKSê diyar kir ku encamên bilindkirina nirxê nên di dema dawiyê de û bilindkirina nirxê sotemeniyê dê karesatî bin, nexasim li ser karta çandiniyê ku ji hişkesaliyê û zincîrek siyasatên şaş dinale, dawîn yek nirxê kêm ê ku ji bo kirîna genim sala bûrî hatî destnîşankirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku biryara bilindkirina nirxê mazotê bûye sedema bilindkirina nirxan di hemû warên jiyana rojane de û rewşa welatiyan zehmetir kiriye.

ENKS biryara bilindkirina nirxê mazotê şermezar kir û bang li Rêveberiya Xweser kir ku ji vê biryarê vegere û ew weke berpirs di ber bandorên civakî û aborî yên metirsîdar de bi nav kir.

Tekez kir jî: “Em berdewam in di her lihevkirinekê de ku xizmeta doza Kurdî û nêrîna siyasî ya hevbeş dike, lê em di heman demê de her biryareke ku ziyanên dighîne xelkê red dikin”.

ENKS da zanîn jî: “Deshilata yekreng û nebûna zelaliyê di biryaran de, nikarî aramiyê bicî bike, li hemberê kirîz, hejarî û koçberî zêde kirin.”

ENKS amaje bi wê ji kir, ew ê bi hemû rêyên aştiyane di kar de berdewam bin, ji bo rawestandina van siyasetan û berevanîkirina li berjewendiyên gelê xwe de.

 
Fly Erbil Advertisment