Serok Barzanî û Berhem Salih pêşhatên siyasî yên Îraqê û deverê gengeşe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Berhem Salih dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 22.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih kir.
Baregayê Barzanî di ragehandinekê de amaje daye ku, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û dawî guhertin û pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê hatine kirin.