Serok Barzanî gehişt cihê merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li bajarê Hewlêrê gehişt hola birêveçûna gera yekê ya merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê.
Bi amadebûna hejmareke zêde ya berpirsên bilind û serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemantarên welatan û nûnerên hikûmetan li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, seet 8:00 ê sibeha îro (Çarşem, 23.04.2025) Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê li jêr dirûşmê “Ber bi yekbûnê di baweriyê de” hat destpêkirin.
Bi pêşengiya Serok Barzanî, ev cara yekê ye li Herêma Kurdistanê ev merasîm tên lidarxistin û ji îro heta 25ê vê mehê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Roja Nimêja Niştîmanî li jêr dirûşmê “Ber bi yekbûnê di baweriyê de” bi rê ve diçin.
Zêdetirî 600 kesatiyan tevlî vê çalakiyê dibin, ku ji hejmareke kesatiyên siyasî û olî yên Amerîkayê, endamên Perlemana Yekîtiya Ewropayê, diplomatkar, berpirsên welatan û kesatiyên olî, çandî û civakî yên welatan pêk hatine.