Serok Barzanî: Kurdistan ji kevn de landika pêkvejiyana neteweyî û olî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekezê li ser çanda pêkvejiyana neteweyî û olî li Kurdistanê dike û dibêje, “Dema êrîşî Kurdistanê dihat kirin, zordaran cudahî di navbera ol û pêkhateyan de nedikir.”

Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê li jêr dirûşmê “Ber bi yekbûnê di baweriyê de” îro (Çarşem, 23.04.2025) seet 8:00 ê sibehê, bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya berpirsên bilind û serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, dest pê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro di nav merasîmên vê çalakiyê de gotarek pêşkêş kir, ev jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Li destpêkê ez bixêrhatina we tevan dikim, mêvanên rêzdar. Hûn bi xêr bên Kurdistanê, landika pêkvejiyana neteweyî û olî.

Berî ku ez dest bi gotara xwe bikim, ez dixwazim careke din rabigehînim ku em hevparên hemî mirovdostan in li cîhanê ji bo windakirina mêrekî mezin ê aştîxwaz û mirovdost, ew jî Qedaseta Papa bû.

Ev cara yekê ye civîneke wesa li Kurdistanê tê rêkxistin û merem ew e ku cîhan aşna bibe bi wê çanda dewlemend a ku li Kurdistanê heye û her ji kevn de ew çand li Kurdistanê hebû. Ew jî çanda pêkvejiyan û hevpejirandin û azadiya dîtin û nerînan û ol û mezheban e, ew çand e ku em şanaziyê pê dikin û tekez jî dikin ku em dê li ser vê rêyê berdewam bin.

Ez hêvîdar im ku ev civîn alîkar be ji bo wê yekê ku ev biratî û pêkvejiyan lli Kurdistanê kûrtir û berfirehtir be.

Xudaperistî xaleke hevpar e ji bo komkirina olên cuda. Heqî nayê cudakirin, gehiştina bi heqiyê gelek rê hene û olên pîroz hemî ku rastiya yekîniya Xudê qebûl e, hemî li pey wê rastiyê digerin û divê rêz li wan hemiyan bê girtin. Gewherê olan jî exlaq e. Romî kerem dike: Heqî wekî kopîtkê ye, gelek rê hene ku mirov bigehe kopîtkê, lê armanc yek e û ew jî gehiştina heqiyê ye.

Li destpêka desthilata Barzanê bi rêberiya Şêx Ebdiselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî, rêzgirtina li olên cuda cuda û hevpejirandin pareke serekî ya bîr û bawerên me bûye. Ev jî li dû gotina Xudayê mezin e ku di Qurana pîroz de kerem kiriye, “بسم اللە الرحمن الرحيم (يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَأُنْثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ)”. Ev ayeteke Qurana pîroz e û rênîşander e ji bo wê yekê ka em çawa li ser wê bîr û bawerê berdewam bin, ew jî pêkvejiyan û hevpejirandin e.

Bi dirêjahiya dîrokê dema êrîşî ser Kurdistanê dihat kirin, zordaran çi ferq û cudahî di navbera Misilman, Kiristiyan û Êzidiyan de nedikir. Hemî gund şewitandin, hemî veguhastin û hemî komkuj kirin û bi saxî binax kirin. Li dawiyê jî şerê DAIŞê bû ku cudahî nexist navbera Misilman, Kirisytiyan û Êzidiyan; tawanên gelek mezin kirin. li beranberî wê yekê jî, Pêşmergeyên qehreman bi canfedayîyeke bêhempa bergirî ji hemiyan kir û efsaneya DAIŞê pûç kir, lê bi xûkeke gelek gelek mezin, ew jî nêzî 12 hezar şehîd û birîndaran.

Bila ev destpêkek be ji bo ji niha û pê ve ku ev civîn bên kirin, ji bo ku em tev bizanin berî her tiştekî em tev beiyên Xudê ne û di mirovatiyê de bira ne, xûşk û birayên yek in.

Bi hevpejirandinê, viyan û xweşiyê, em tev dikarin bi hev re bijîn. Lê bi zordariyê, ne zordar dikare bêhna xwev vede û ne stemlêkirî. Araste û şîreta hemî pêxemberan jî ew bûye ku em destê biratiyê hev dirêj re dirêj bikin, şîretên pêkvejiyanê kirine.

Li dawiyê ez lavayan ji Xudayê mezin dikim ku hîdayetê bide hemî aliyan, aştî li deverê û li tevaya cîhanê berqerar be, biratî berqerar be û ez hêvî dikim hûn demeke xweş li Kurdistanê derbaz bikin û em şanaziyê bi we dikin û careke din em bi germî bixêrhatina we tevan dikin. Em spasiya wan hemî rêzdaran jî dikin ên ku ev bername û kombûn rêk xistiye, destên wan xweş bin û silav bo we.