Merwayê Sêyê: Herêma Kurdistanê nimûneyeke pêşkeftî ya Îraq û deverê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Patiryarkê Kilêsaya Aştiya Rojhilata Navîn û Cîhanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê nimûneyeke baş a pêşkeftî ya Îraq û deverê ye, ew jî ji bo ezmûn û paşxaneya Serokwezîr Mesrûr Barzanî vedigere, ji bo hewandina nejad û neteweyan û tevaya bawerdaran li bin yek sihwaneyê.”

Patiryarkê Kilêsaya Aştiya Rojhilata Navîn û Cîhanê Merwayê Sêyê îro (Çarşem, 23.04.2025) di merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê de got, “Ez şerefmend im ku di van merasîman de wekî Patiryarkê Kilêsaya Aşûriyan li vê derê bi birayên xwe yên Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê re  tevlî vê nimêja niştîmanî dibim ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye rêkxistin, herwesa ez spasiya Amerîkayê û welatên cîhanê jî dikim.”

Patiryarkê navbirî herwesa got, “Ez dixwazim wê yekê jî bibêjim ku ev merasîm gelek nimûneyî ye. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelek spas ji bo komkirina me.”

Amaje jî da, “Herêma Kurdistanê nimûneyeke herî baş a pêşkeftî ya Îraq û deverê ye, ji bo pêşxistina lêborîna olî û pêkvejiyana olî, ew jî ji bo ezmûn û paşxaneya Serokwezîr Mesrûr Barzanî vedigere, ji bo hewandina nejad û netewe û tevaya bawerdaran li jêr yek sihwaneyê.”

Ron jî kir ku, demokrasî pêş dikeve ji bo dahêlana rihên xwe bi awayekî nimûneyî  tê Kurdistanê û dibe nimûneyek ji bo cîhanê. Divê em rolê xwe yê çalak bigêrin ji bo ku bihevrebûn û lêborîna olî ne tenê li Îraqê belkî li tevaya cîhanê peyda bikin.

Herwesa ragehand, “Îro em tev ji bo lavayan li vê derê civiyane, ji bo ku em lavayan ji Xudayê mezin ê afirînerê hemî cîhanê bikin û spasdar bin ji bo pêşkêşkirina diyariya jiyanê û ji bo hemî wan xweşiyên em tê de dijîn.”