Mesrûr Barzanî: Em di bawerî û niyeta baş de yekgirtî ne û em bi hev re dua dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Em di bawerî û niyeta baş de, yekgirtî ne û bi hev re dua dikin.” Herwih got: "Em ji bo Kurdistanê û tevahiya cîhanê dua dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Nîsanê li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, ““Em di bawerî û niyeta baş de, yekgirtî ne û bi hev re dua dikin. Ku pêwîst nake kes ji ber baweriyên xwe, an zimanê ku ew diaxive, an jî axa ku di dilê xwe de hildigire, rastî girftê bibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got. ew ji bo Kurdistanê û tevahiya cîhanê dua dikin. Herwiha hêvî kir ku gera yekem a Roja Nimêja Niştimanî ya Kurdistanê, bibe kevneşopiyek ji bo xurtkirina pêwendiyan.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku gera yekem a Roja Nimêja Niştimanî ya Kurdistanê ji bo nifşên pêşerojê bibe ronahiyek hevpar û yekgirtî.

Bi amadebûna Serok Barzanî, Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin ji berpirsên payebilind, serkirdeyên Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê, parlamenter û nûnerên hikûmetê li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, îro 23ê Nîsanê Roja Nimêja Niştimanî li Kurdistanê dest pê kir.