15 tometbar li ser doza kuştina Narîn Goranê bo dadgehê hatin veguhastin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo cara duyê çend kesên din ji ber xeletandinê ji bo doza Narîn Gorana heştsalî li dadgehê amade bûn.
15 tometbar ku şeş ji wan hatine desteserkirin îro (În, 25.04.2025) ji bo cara duyê ji ber peywendiya wan bi doza kuştina Narîn Gorana heştsalî re li beranberî dadwerî amade bûn.
Ew 15 kes bi xeletandina hêzên ewlehiyê û rakirina balê ji ser doza kuştinê bi rêya îfadeyên nerast tometbar in, herwesa rûniştina dadgehê di wî warî de dest pê kiriye.
Pêştir dadgeha heştê ya sizayên giran a Diyarbekirê li roja 28.12.2024ê biryar li ser doza kuştina Narîn Goranê da. Sizayê zindanîkirina heta hetayê bi tawana hevahengiyê di kuştina bimerem a Narînê de li ser mamê wê Salim Goran, dayika wê Yûksel Goran û birayê wê Enes Goran hat sepandin û Newzad Bextiyar jî bi veşartina termê Narînê hat tometbarkirin û bi çar sal û şeş mehên zindanîkirinê hat sizadan.
Narîna heştsalî li roja 21ê Tebaxa 2024ê li gundê Çoliyê yê girêdayî bajarkê Rezanê yê Diyarbekirê winda bû. Piştî 19 rojan, termê wê di rûbarê gundî de hat dîtin. Li dû raporta pizişkiya dadê, Narîn Goran hatiye xeniqandin.