Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê hevahengiya parastina seqamgiriya deverê gengeşe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê tekezê li ser giringiya hevahengiya hevpar ji bo parastina seqamgirî û aştiyê li deverê dikin. Şah Ebdila tekezê li ser pabendiya Urdinê bi piştgiriya her pêngavekê dike, ku ewlehî û seqamgirî û pêşkeftinê ji bo gelên deverê bihêz bike. Nêçîrvan Barzanî jî peywendiyên dîrokî û dostane yên navbera her du aliyan bilind dinirxîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya aîro (Yekşem, 27.04.2025) li Emanê bi Şah Ebdilayê Duyê kurê Hisên ê Şahê Şahnişîna Urdinê ya Haşimî re civiya.
Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser zêdetir xurtkirina peywendiyên Şanişîna Urdinê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina alîkariyan di warên siyasî, aborî û ewlehî de hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên deverê û yên navdewletî yên ji bo her du aliyan giring li hev guhertin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê rêz û hurmetên xwe ji bo helwestên Şanişîna Urdinê ya Haşimî diyar kirin, ji ber piştgiriya wê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, herwesa peywendiyên dîrokî û dostîniya navbera her du aliyan jî bilind nirixandin.
Şah Ebdilayê Duyê jî ji aliyê xwe ve xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina peywendiyan û alîkariyên hevpar bi Îraq û Herêma Kurdistanê re tekez kirin, herwesa tekez li ser pabendiya Urdinê bi piştgiriya her pêngavekê kir ku ewlehî û seqamgirî û pêşkeftinê ji bo gelên deverê bihêz bike.
Di tewerekî din ê wê civînê de jî, her du aliyan tekez li ser giringiya hevahengiya hevpar ji bo parastina seqamgirî û aştiyê li deverê kir û behsa çend pirsên din ên ji bo her du aliyan giring jî kir.