Her ku diçe metirsî li ser jiyana Onder zêdetir dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ku bizavên pizişkan ji bo rizgarkirina jiyana wî berdewam in jî, lê her ku diçe metirsî li ser jiyana Onder zêdetir dibe.

Wekîlê Serokê Perlemana Tirkiyeyê û Perlemanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Sirri Sureyya Onder, ku herwesa endamê Şanda Îmraliyê jî ye, tûşî kirîza dil bûye û ev 13 roj in li nexweşxaneyê ye.

Birêveberiya Nexweşxaneya “Florence Nightingale”ê ku Onder lê tê çarekirin, di ragehandinekê de amaje da, “Her ku diçe rewşa tendirustiya endamê Şanda Îmraliyê xirabtir dibe, gehiştine qonaxeke hestyar û metirsiya mirinê zêdetir dibe.”

Li dû wê ragehandinê, ziviroka xwînê ya Onder bi amûrên dilî û henasedanê kar dike lê ji ber têkçûna mejiyê wî, sîstema bersivdana hestên sozdariyê her ku diçe lawaz dibe.

Birêveberiya wê nexweşxaneyê tekez kiriye ku, tevî têkçûna rewşa tendirustiya Onder, li ser bizavên xwe ji bo rizgarkirina navbirî berdewam in.

Sirri Sureyya Onder li sala 1962ê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hatiye ser dinyayê, li Kolîja Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê xwandiye û heta qonaxa duyê berdewam bûye.

Onder di dawî hilbijartinên sala 2023ê yên Perlemana Tirkiyeyê de bûye Perlemanterê Dem Partiyê li bazineya Stenbolê, Wekîlê Serokê Perlemana Tirkiyeyê û Wekîlê Serokê Firaksiyona Dem Partiyê jî ye.

Wî rolekî giring di piroseya çareseriyê ya salên 2013-2015ê de hebû û niha jî rol di wê piroseya çareseriyê de heye ya ku li wî welatî hatiye destpêkirin. Ji bilî karê siyasî, Endamê Şanda Îmraliyê karên rojnamevanî, derhênana filman û sînaryonivîsînê û aktoriyê jî kiriye.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment