DEM Partî daxuyaniyek li ser rewşa tenduristî ya Ahmet Turk da

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partiyê ragihand, endamê Şanda Îmraliyê Ahmet Turk pêvajoya kemoterapiyê bi serkeftî qedandiye û got: “Em bi dil û can bawer dikin ku ew ê di demeke herî nêz de vegere xebatên aştiyê.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) derbarê rewşa tenduristiyê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn û endamê Şanda Îmraliyê Ahmet Turk, di daxuyaniyekê de got, ev demek e Ahmet Turk çareseriya bijîşkî ya penceşêrê werdigirt, pêvajoya kemoterapiyê bi serkeftî temam kir û dest bi radyoterapiyê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi dil û can bawer dikin ku ew ê di demeke herî kurt de vegere xebatên aştiyê yên berdewam û careke din em jê re başbûnê dixwazin.”
Ahmet Turk, siyasetmedarekî navdar ê Bakurê Kurdistanê û endamê şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ye û roja 27ê Sibatê banga Ocalan bi zimanê Kurdî xwendibû.
Ev di demekê de ye, Perlemanterê DEM Partiyê û endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder tûşî kirîza dil bûye û ev 13 roj in li nexweşxaneyê ye.