Dadgeheke Enqereyê rûniştina doza “Revandina Keçeke Êzîdî” bipaş xist

Enqere (K24) – Rûniştina 9emîn a doza ku Sabbah Elî Oruç, endamê rêxistina terorî a DAIŞê ku keçek Êzîdî revand û li ser înterneta tarî ji bo firotanê danî û bi sûcê "bazirganiya mirovan" tê darizandin, li 15emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereya paytexta Tirkiyeyê hate lidarxistin. Rûniştin ji bo 30ê Hezîranê hate paşxistin.

9emîn Rûniştina doza ku tê de bersûcê endamê DAIŞê Sabbah Alî Oruç bi tohmeta "bazirganiya bi mirovan" tê darizandin ya derbarê keça Êzidî de ku ji aliyê rêxistina terorî a DAIŞê ve hatibû revandin û ji aliyê endamekî din ê DAIŞê ve bi awayekî neqanûnî anîne Tirkiyeyê û piştî ku li ser tora tarî hatibû firotin, di operasyonekê de hatibû rizgarkirin, îro li 15emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat lidarxistin.

Tenê bo parêzerên xwedî wekîltiyê bûn destûr hate dayîn ku têkevin salona dadgehê. Lê belê bo gelek parêzer, temaşevan û endamên çapemeniyê bi hinceta "fermana nepenîtiyê li ser dosyayê heye" destûr nehate dayîn ku beşdarî rûniştina dihate payîn biryar were dayîn bibin. Di navbera parêzer û polîsan de alozî derket û parêzeran bertek nîşanî vê biryarê dan.

Herwiha, destûr nehat dayîn ku Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan (DEM) ya Dîyarbekirê Sevilay Çelenk û endamên DEM Partiyê, ku dixwest danişînê bişopînein, bikevin salonê.

Rûniştina ku ji ber biryara nepenîtiyê û qedexeya weşanê ji çapemeniyê re girtî bû, ji bo 30ê Hezîranê hate paşxistin.

Parlamentera DEMê Sevilay Çelenk piştî rûniştinê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

‘Hêj mekanîzmayeke rastîn a lêkolîn û cezakirinê nayê damezarandin’

“Dozeke ku aliyê tarî yê şer û mirovahiyê tê de tê dîtin e. Ji ber vê yekê ev doz ji aliyê siyasî ve jî sembolik e. Gelê Êzîdî yek ji gelên kevnar ên vê erdnîgariyê ye. Her çiqas di tevahiya dîrokê de rastî neheqî û zilmeke bêdawî hatibe jî, hewl daye ku jiyana xwe bi aştiyane bidomîne; Di dawiyê de, ew bi zilma DAIŞê re rûbirû man û rastî jenosîdeke tirsnak hatin. Ev sûcek bû ku dezgehên pispor ên NY wekî jenosîd nas kirin. Bi hezaran jin û zarok hîn jî di çarçoveya vê sûcî de dibin qurbanî, lê mekanîzmayeke rastîn a lêkolîn û cezakirinê nayê damezrandin. 

‘Em dê destûrê nedin ku ev bên veşartin’

Ev doza vir jî dozeke wisa ye. Divê em li vir di kesayetiya keça Êzîdî de bibin dengê qîrîna bêdeng a hemû zarokan. Wekî ku hûn îro dibînin, kesên dawîn ên ku li vir wekî astengkirî têne hesibandin parêzer in, parêzerên bi sertîfîkaya desthilatdariyê, ku hatine astengkirin. Ti hincetek ji bo tirûşek wiha tune ye. Çend parêzer li vir mafên zarokan digerin û li dijî vê sûcê li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind dikin. Ya ku tê xwestin bê astengkirin ev e. Em ê bi vê yekê razî nebin. Em ji destpêkê ve vê dozê dişopînin û em ê berdewam bikin. Em ê destûr nedin ku ev sûc were veşartin.”

Herwiha Hevberdevkê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê Îhsan Seylan jî derbarê doza Keça Êzidî de ragihand ji destpêka vê proseyê ve rê li ber saziyên civbakî hatiye girtin ku vê dozê bişopînin û wiha pê de çû:

‘Ji destpêkê ve rê li ber saziya civakî hatiye girtin ku doz bê şopandin’

“Îro li Enqerê, me dozek şopand ku di raya giştî re wekî doza keçika Êzîdî tê zanîn, ku li ser înterneta tarî ji bo firotanê hatibû danîn û rastiya zarokên Êzîdî nîşanî tevahiya cîhanê da. Biryar li bendê bû ku îro were dayîn, lê dîsa hate paşxistin. Her çend eşkere bû ku dozgerî tenê li ser mijara bazirganiya mirovan lêkolîn dikir û hemû hêmanên dozê sûcên li dijî mirovahiyê bûn, mixabin dadgehê ev yek nedît. Ji destpêka dozê ve,rê li ber rêxistinên civaka sivîl hatiye girtin ku dozê bişopînin. Ji bo ku siyaseta bêcezatiyê berdewam neke, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”