Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Serokê Desteya Veberhênanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, sersaxî li Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî kir, ji bo koça dawî ya dayika wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirse, sersaxî û hevxemiya xwe gihand Dr. Mihemed Şukrî û hêvî kir ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêraziyê bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Veberhênanê li ser navê xwe û malbata xwe spasiya xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr nîşan da.

Xedîce Osman ku di hevdem dayika hevkarê me Ebdulhemîd Zebarî ye, duh 29ê Nîsanê danê êvarê koça dawî kir.

Rêveberiya Giştî ya Kurdistan24ê bi navê hemû karmendan, pirse û sersaxî arasteyî Ebdulhemîd Zêbarî kir û hêvî kir ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêraziyê bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.

 
 
Fly Erbil Advertisment