Trump gefên sepandina sizayan li wan welatan dike yên petrola Îranê dikirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê gefên sepandina sizayan li her welatekî dike ku petrola Îranê bikire. Ew gefên Serokê amerîkayê piştî paşxistina civîna navbera Amerîka û Îranê hatin kirin, ku biryar bû gereke din a civînan li Romaya paytexta Îtalyayê bi rê ve çûba.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke pêgehên eliktironî de parve kir, “Divê bikirên petrol û berhemên petrolê yên Îranê niha rawestin.”
Donald Trump herwesa got, “Her welatekî her behemekî petrolê yê Îranê bikire, nikare çi karûbarên bazirganî bi Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê re bike.”
Navbirî amaje neda wê yekê ka bi çi awayekî wan sizayan bi cih tîne, tenê amaje da sepandina sizayan li ser wan welatan ên ku berhemên petrolê yên Îranê dikirin.
Ew daxuyaniyên Trump piştî wê yekê hatin dan ku, di dema borî de aloziyên bi Çînê re ber bi zêdebûnê ve çûne, ji ber sepandina xûka gomirkî li ser welatan bi rêjeyeke gelek zêdetir jî li ser Çînê. Çîn jî wekî mezintirîn bikira petrola Îranê tê hesibandin.
Kargêriya Zanyarên Enerjiya Amerîkayê di raportekê de amaje dabû ku, Çînê zldetirî 90% ya berhemên petrola xav a Îranê hawirde kiriye. Her ji ber wê yekê bû ku, Trump xûka gomirkî bi rêjeya 145% li ser Çînê sepand.