DEM Partî ji bo “Jenosîda Dêrsimê” daxwaza Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê dike

Enqere (K24) – DEM Partî ji bo rûbirûbûna jenosîda Dêrsimê ya 1937-38an serî li parlamentoya Tirkiyeyê da û daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê kir da ku arşîvan veke, gorên komî tespît bike û komîsyonek rastiyê ava bike.
Cîgirserokên Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan (DEM) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, ji bo rûbirûna Terteleya/jenosîda Dêrsimê ya di salên 1937-1938’an de pêk hat, serî li parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) dan. Di serlêdana ku ji bo serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin de, hatiye xwestin ku arşîv bên vekirin, gorên komî bên tespîtkirin, çarenûsa windayan bê ravekirin û pêvajoya lihevhatinê bê destpêkirin.
‘Divê rûbirûbûna Jenosîda Dêrsîmê pêk were’
Di serlêdanê de, hate tekez kirin ku di dema Terteleya (Jenosîd) Dêrsimê de, ku bi biryara Lijneya Wezîran a di 4ê Gulana 1937an de hate destpêkirin, zêdetirî 70 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes bi zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Hat ragihandin ku gelek keç ji malbatên xwe hatine dûrxistin û wekî xizmetkar dane malbatên din.
'Divê arşîv bên vekirin, komîsyona rastiyê bê avakirin'
DEM Partiyê diyar kir ku divê arşîvên ku bi salan e veşartî mane werin vekirin, komîsyoneke rastiyê were avakirin, gorên Pîr Seyit Riza û hevalên wî werin eşkerekirin, cihên gorên komî werin destnîşankirin û lêkolîn were kirin ka zarokên winda dane kê. Di serlêdanê de, hate destnîşankirin ku divê gavên qanûnî û civakî werin avêtin da ku plankerên vê sûcê li dijî mirovahiyê beriya dîrokê werin darizandin.
'Belgeyên fermî amadekariyên bûyerê eşkere dikin'
Di hinceta serlêdanê de, hate gotin ku gelek belgeyên fermî, ji Plana Îslahê ya Rojhilat a 1925an bigire heta raporên Cendermeyan ên 1932an, plansaziyek ji bo Dêrsimê eşkere kirine. Hate tekez kirin ku di raporan de gotinên wek "serê kelandî" û "eşqiyat" bi zimanê nefretê hatine nivîsandin.
Di serlêdanê de, gotinên Pîr Seyît Rıza yê ku di 15ê Mijdara 1937an de hatibû darvekirin, "Em zarokên Kerbelayê ne, em bêguneh in, şerm e, zilm e, kuştin e" û helwesta wî ya li ser darvekirinê jî hatin bibîranîn.
'Lêborînxwestina Erdogan nebû gavek’
Di metnê de, ku daxuyaniya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan a sala 2011an bi bîr xist ku digot "Ez li ser navê dewletê lêborînê dixwazim", hat gotin ku piştî van gotinan tu gavên berbiçav nehatine avêtin û daxwazên gelê Dêrsimê bêbersiv mane.