Bernameya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, gelek sazî û dezgeh û partiyên kurd, li Diyarbekirê daxuyaniyeke hevbeş bo raya giştî eşkere kirin.
Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin, ji 4’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê bi diruşmên perwerdeya bi zimanê Kurdî, dê her mal û wargehek bikin dibistana Kurdî û di vê çarçoveyê de gelek çalakiyan lidar bixin.
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar daxuyaniya hevbeş xwend û tê de got: “Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn.”
Herwiha got: “Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.”
Da zanîn jî: “Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê lidar bixin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin.”