Serok Barzanî: Hewlên Sirri Sureyya Onder ji bo proseya aştiyê cihê pêzanîneke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Tirk Sirri Sureyya Onder, sersaxî li malbata wî, serkirdatî, endam û alîgirên DEM Partiyê kir û diyar kir ku ew xwe wek hevparê xema wan dizane.

Serok Barzanî îro 3'ê Gulanê 2025an, derbarê koça dawî ya Sirri Sureyya Onder, ku endamê Şanda Îmraliyê bû, peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiyeyê, Hevserokê Berê yê DEM Partiyê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (Sirri Sureyya Onder) gihîşte min.”

Serok Barzanî herwiha dibêje: “Xwedêjêrazî Sirri Sureyya Onder, ku endamê Şanda Îmraliyê jî bû, beşeke mezin a jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştîyane terxan kir û hewlên wî yên di arasteya çareseriya aştî li Tirkiyeyê de cihê pêzanîneke mezin e.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye: "Ez pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost, heval û hemfikrên Xwedêjêrazî Sırrı Sirri Sureyya Onder û herwiha serkirdatî, endam û alîgirên DEM Partiyê dikim û xwe wek hevparê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Ji Xwedayê Mezin hêvîdar im ku giyanê Xwedêjêrazî bi buhişta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.”

Sirri Sureyya Onder, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku di heman demê de endamê Şanda Îmraliyê bû, îro 3ê Gulanê piştî 18 rojan mana li nexweşxaneyê, koça dawiyê kir.

Sirri Sureyya Onder di sala 1962'an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû û li Zanîngeha Enqereyê beşa Zanistên Siyasî xwendibû.

 
Fly Erbil Advertisment