Mezlûm Ebdî: Ked û xebata Onder ji bo aşîtî, çareserî û jiyana hevpar di dil û bîra gelan de cihê xwe girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyamekê de got, “Ked û xebata Onder ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê, dê her tim di hişê gelan de bimînin.”

Mezlûm Ebdî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz Sirri Sureyya Onder, siyasetmedar û endamê delegeya Îmraliyê wergirt.”

Herwiha got: “Ked û xebata wî ji bo aşîtî, çareserî û jiyana hevpar di dil û bîra gelan de cihê xwe girt. Em ji malbat, hevalên wî, Dem-partî û aştîxwazan re sersaxiyê dixwazin.”

Serokwekîlê Meclisê yê Tirkiyeyê û Endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, duh (3ê Gulanê 2024) koça dawî kir. Wefata Onder di qada siyaseta Kurd û Tirkiyeyê de bi xemgîniyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Sirri Sureyya Onder

Sirri Sureyya Onder nder di sala 1962'an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû. Wî li Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Zanistên Siyasî dest bi xwendinê kiribû lê heta pola duyemîn berdewam kiribû.

Onder di hilbijartinên dawî yên parlamenteriyê yên Tirkiyeyê de di sala 2023'an de, li ser lîsteya DEM Partiyê li Stenbolê wek parlamenter hatibû hilbijartin. Ew herwiha Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Wekîlê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê bû.

Onder di Pêvajoya Çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015'an de roleke gelekî girîng lîstibû û di hewldanên ji nû ve destpêkirina pêvajoyê yên vê dawiyê de jî xwedî roleke çalak bû.

Onder ji bilî kar û barên siyasî, di heman demê de wek rojnamevan, derhênerê fîlman, senaryonivîs û aktor jî dihat naskirin û di van waran de jî xebat kiribû.

 
Fly Erbil Advertisment