Peyama Serok Barzanî di merasîma oxirkirina Sirri Sureyya Onder de hate xwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, îro 4ê Gulanê bi beşdariya bi hezaran kesan li Stenbolê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Merasîma xatirxwestinê di demjimêr 10:00an de li Navenda Çandî ya Ataturk (AKM) li Stenbolê dest pê kir. Bi hezaran kes ku di nav de berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, hunermend, malbat û hezkiriyên Onder amade bûn.
Di merasîmê de peyamên hin berpirsên hikûmet û partiyan hatin xwendin, yek ji wan peyama Serok Mesûd Barzanî bû.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiyeyê, Hevserokê Berê yê DEM Partiyê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (Sirri Sureyya Onder) gihîşte min.”
Serok Barzanî herwiha dibêje: “Xwedêjêrazî Sirri Sureyya Onder, ku endamê Şanda Îmraliyê jî bû, beşeke mezin a jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştîyane terxan kir û hewlên wî yên di arasteya çareseriya aştî li Tirkiyeyê de cihê pêzanîneke mezin e.”
Di beşeke din a peyamê de hatiye: "Ez pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost, heval û hemfikrên Xwedêjêrazî Sırrı Sirri Sureyya Onder û herwiha serkirdatî, endam û alîgirên DEM Partiyê dikim û xwe wek hevparê xema wan dizanim.”
Sirri Sureyya Onder, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku di heman demê de endamê Şanda Îmraliyê bû, duh 3ê Gulanê piştî 18 rojan mana li nexweşxaneyê, koça dawiyê kir.
Sirri Sureyya Onder di sala 1962'an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûbû û li Zanîngeha Enqereyê beşa Zanistên Siyasî xwendibû.