Kesek mistekê li Serokê CHPê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Di merasîmên veşartina termê Sirri Sureyya Onder de, kesek mistekê li Serokê CHPê dide. Erdogan jî dibêje, “Ew êrîşker hatiye desteserkirin.”
Medyayên Tirkiyeyê parve kiriye ku, piştî nîvroya îro (Yekşem, 04.05.2025) di merasîmên veşartina termê Wekîlê Serokê Perlemana Tirkiyeyê û Endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de, kesekî mistek li Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel da.
Piştî wê rûdanê, ew kesê ku êrîş kiribû ser Serokê CHPê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û Ozel jî li jêr rêkarên ewlehiyê ji nav merasîman derkeft.
Serokê Daxwazkerê Giştî yê Stenbolê li ser wê rûdanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Lêkolînên li ser wê rûdanê hatine destpêkirin, herwesa ew kesê ku ew êrîş kiribû jî hatiye girtin û desteserkirin. Lêkolînên hûr berdewam in.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî peywendî bi Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir û daxwaza zû çarebûnê jê re kir.
Erdogan amaje da ku ji nêz ve lidûçûnê ji bo wê rûdanê dike û got, “Lêkolînên li ser wê êrîşê hatine destpêkirin û ew kesê ku ew êrîş kiribû hatiye desteserkirin.”