Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Yarîgeha Hewlêrê ya Navdewletî tê nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Demkî yê Yaneya Hewlêrê ragehand, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi gojimê nêzî du milyar dînaran, Yarîgeha Hewlêrê ya Navdewletî tê nûjenkirin.”
Serokê Demkî yê Yaneya Hewlêrê Tahir Sabir îro (Duşem, 05.05.2025) taybet ji Malpera K24ê re ragehand, “Yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî” li ser ferman û razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi gojimê milyarek û 900 milyon dînaran tê nûjenkirin, lê piştî bidawîhatina cama Stêrkên Îraqê.”
Tahir Sabir herwesa got, “Li destpêka meha Hezîranê ya îsal, dest bi nûjenkirina giya û tirakên Yarîgeha Hewlêrê tê kirin.”
Navbirî ron jî kir, “Yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî yarîgeheke navdewletî ye û wekî yarîgeha werzişî ya duyê ya herî mezin li Îraqê tê hesibandin, li gel çêbûna yaneya Hewlêrê hatiye çêkirin û li dawiya sala 2001ê bi navê Şehîd Firanso Herîrî hatiye binavkirin.”
Serokê Demkî yê Yaneya Hewlêrê amaje jî da, “Giyayê wê yarîgehê ji cûnê High Bird e, ku piraniya yarîgehên mezin û cîhanî bi wî giyayî hatine raxistin û ji bo her çar werzên salê bi kêr tê.”
Tahir Sabir herwesa ragehand, “Kompaniya bicihanînê kompaniyeke navxweyî ye, ku wê yarîgehê nûjen dike.”