Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê beşdarî merasîma sersaxiyê yê kurê Ayad Elawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulanê li Bexdayê beşdarî merasîma sersaxiyê ya kurê Serokwezîrê Iraqê yê berê Ayad Elawî bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya Serok Mesûd Barzanî û xwe gihand Ayad Elawî û ji Xwedêyê mezin hêvî kir ku giyanê kurê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û hevalên wî.

Eyad Ellawî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo sersaxî û hevxemiya Serok Barzanî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma sersaxiyê wî de nîşan da.

Di konfranseke rojnamevanî ya kurt de li merasîma sersaxiyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rêkeftinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser mijarên darayî ji rojnamevanan re got: Ew erkê ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibû danîn, hatiye bicihanîn û em hêvî dikin ku hikûmeta federal erkê xwe bicîh bîne.