Ehmed Şera serdana Fransayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Serokkomariya Sûriyê îro 6ê Gulanê ragihand, Serokê Sûriyê Ehmed Şera di demeke nêz de serdana Fransayê dike. Hûrgiliyên zêdetir derbarê armanc û naveroka serdanê ji aliyê nivîsgehê ve nehatin eşkerekirin.
Ji aliyê xwe ve, Koşka Elysee îro ragihand, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê roja Çarşemê li Parîsê pêşwazî li Ehmed Şera bike. Ev yekem serdana Serokê Demkî yê Sûriyê ji bo Ewropayê ye.
Serokatiya Fransayê da zanîn, Macron dê piştevaniya Fransayê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, azad û aram dubare bike ku rêzê li hemû pêkhateyên pêkhateyên Sûriyê bigire.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, ev hevdîtin dikeve çarçoveya pabendiya dîrokî ya Fransayê li hemberî Sûriyeyiyên ku daxwaza aştî û demokrasiyê dikin.
Hat diyarkirin jî, Macron dê daxwazên xwe ji hikûmeta Sûriyê dubare bike, ku yên herî girîng aramiya herêmê, bi taybetî li Libnanê û şerê li dijî terorê ne.
Di 8ê Berçileya 2024an de, Heyet Tehrîr El-Şamê kontrola Şamê kir û bi vî awayî dawî li desthilatdariya 61 salî ya Partiya BEIs û 53 salî ya malbata Esed anî.
Di meha Çileya îsal de, rêveberiya nû ya Sûriyê Ehmed Şera wek serokê demkî yê welêt ragihand, ku biryar e dema serokatiya wî pênc salan bidome.
Ji dema ku desthilatdarî girtiye destê xwe, Ehmed Şera heta niha serdana welatên Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Tirkiyê kiriye. Herwiha biryar e di 17ê vê mehê de ji bo beşdarbûna Lûtkeya Erebî serdana Bexdayê bike.