Konsulê Urdinê: Keşûhewayê Urdinê nêzî keşûhewayê Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê dibêje, “Eger tu bixwazî serdana Urdinê bikî, pêdivîtiya te bi çend mehan heye ji bo ku tu serdana hemî cihan bikî, wekî cihên geştyarî û dîrokî û şûnwarî.”
Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Muhened Xetîb îro (Çarşem, 07.05.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rojhilata Navîn bûye westgeha şaristaniyên kevin û nû.”
Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê got, “Eger tu bixwazî serdana Urdinê bikî, pêdivîtiya te bi çend mehan heye ji bo ku tu serdana hemî cihan bikî, wekî cihên geştyarî û dîrokî û şûnwarî.”
Muhened Xetîb amaje jî da, “Gelek ji şûnwarên sehaban li Urdinê ne û gelek şûnwar jî li Yermûkê û cihên din ên Urdinê hene.”
Navbirî eşkere jî kir, “Keşûhewayê Urdinê nêzî keşûhewayê Herêma Kurdistanê ye, ji bo nimûne Havîna wê navincî ye û kêmekê sar e û befir jî lê dibare.”
Konsulê Giştî yê Urdinê ron jî kir, “Herwesa me dezgehên perwerdeyî û zanîngehên ast bilind jî hene, ku baweriya herêmî û navdewletî wergirtiye.”