Bo cara yekem li cîhanê, bijîşkekî Dihokê dermanê cureyeke penceşêrê peyda kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bijîşkekî Kurd ê ji bajarê Dihokê, di encama lêkolîneke zanistî ya nû de, ji bo cara yekem dermanekî ji bo cureyekî şêrpenceyê keşf kir. Hat ragihandin ku ev derman dikare %95 ji şaneyên vî cureyê şêrpenceyê tune bike.

P. Dr. Hijmet Ebdulxaliq Elî, mamosteyê Koleja Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dıhokê ye, di encama lêkolîneke zanistî ya nû de ku bi hevrêziya neh lêkolînerên Zanîngeha “Szeged” a Mecarîstanê pêk aniye, dermanekî nû yê dijî şêrpenceyê keşf kir.

P. Dr. Hijmet Ebdulxaliq ji K24ê re ragihand: “Ji bo cara yekem e ev derman li ser asta cîhanê tê keşfkirin. Me navê (CCF) lê kiriye û ji giyayê (Centrapalus paucifloris) hatiye berhemanîn. Derman li ser çendîn cureyên şêrpenceyê hatiye ceribandin û derketiye holê ku dikare %95 ji şaneyên şêrpenceya malzarokê ya ji cureyê HPV-18 jinav bibe.”

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê herwiha da zanîn, Wezareta Dahênanê ya Mecarîstanê û Zanîngeha 'Szeged' a wî welatî sponsoriya lêkolîna wan a zanistî kiriye û encamên wê jî di kovara zanistî ya (IJMS) a Swîsreyê de hatine weşandin.

Weşandina vê lêkolînê di demekê de ye ku P. Dr. Hijmet Ebdulxaliq berê jî yekemîn belgeya zanistî ya îsbatkirî derbarê bandora tîrêjên X (X-ray) li ser fîzyolojiya laşê mirov, di kovara “AIMS Biophysics” a Amerîkî de weşandibû.

Li gorî encamên wê lêkolînê, karmend û bijîşkên ku di warê tîrêjan de kar dikin, ji ber rûbirûbûna bi tîrêjên X re, guherîneke berbiçav di rêjeya derdana hormonên rijênê (xland) dreqî de, bi taybetî hormona “T4” çêdibe.