Berdevka DEM Partiyê: PKK her kêliyê dikarê lidarxistina kongreya xwe ragihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan radigihîne, egere heye (PKK) di demeke nêzîk de rabigihîne ku kongreya xwe lidar xistiye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro 9ê Gulana 2025an, li navenda giştî ya partiya xwe derbarê geşedanên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Dogan di bersiva pirsên rojnamevanan de yên derbarê mijara lidarxistina kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, daxuyaniyên girîng dan.
Dogan ragihand, egereke mezin heye PKK di demeke nêzîk de lidarxistina kongreya xwe ji raya giştî re eşkere bike û got: “Ragihandina lidarxistina kongreya PKKê meseleya demê ye. PKK her kêlî dikare ragihîne ku kongre lidar xistiye. Ez dixwazim vê yekê ji vir bi we re parve bikim. Em jî bi cidiyet û girîngiyeke mezin li benda vê pêngava dîrokî, vê biryara dîrokî ne."
Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser girîngiya çareseriya siyasî û wiha pê de çû: “Me got divê êdî ne çek, lê gotin biaxive. Ji bo ku çek bi tevahî ji holê rabin, divê gotin biaxive û ji bo vê yekê berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê siyasetê. Divê her kes bi wêrekî vê berpirsiyariyê hilgire û ji bo vê yekê dilxwaz be. Tiştê ku em hewl didin xwedî lê derkevin, paşeroja Tirkiyeyê ye. Em îro dîsa vê yekê dibêjin. Ragihandina lidarxistina kongreya PKKê meseleya demê ye. Ev pêngaveke girîng e, lê piştî vê pêngavê jî dê girîng be."
Ev daxuyaniya Ayşegul Dogan di demekê de tê ku berî niha Rojnameya "Turkiye" ya nêzîkî desthilatdariyê, ji zarê çavkaniyekî payebilind ê AK Partiyê ragihandibû ku hefteya borî PKKê kongreya xwe lidar xistiye û tê de biryara xwehilweşandinê û danîna çekan daye.
Li gorî heman rojnameyê, sedema ku PKKê heta niha lidarxistina kongreyê ji raya giştî re eşkere nekiriye, koça dawî ya Sirri Sureyya Onder e, ku endamê şanda Îmraliyê yê DEM Partiyê bû. Rojnameya "Turkiye" herwiha îdia kiribû ku "PKK dê di çend rojên pêş de bi xwe ragihîne ku kongre lidar xistiye.”